Kategorier
Senast visade produkter

Jujî

Jujî çîrokeke ji bo zarokên 5 û 10 sale ye. Li ser Daykemiskeke xembar û bêçare ye ku her cara çêlik jê re çêdibin, mar û kundek tê û wan dibe. Daykemisk bi vê ês û xemê ye heta ku rojekê Gwênî pêsniyazekê li wê dike. Bi evê çîroka Jujî nivîskar wateya alîkarî û qenciyê derdixe pês ku zarok bibînin.
EAN: 9789188333827
Lagerstatus: I lager
160 kr
SEYWAN SAEDIAN Ji rojhilatê Kurdistanê ye. Pistî penaberiya li çar welatan û anuha li Swêdê dijî. Seywan Saedian hunermendekî piralî ye: hunermendê sêwekarîyê, peykertrasê dar û kevnehesinan, saîr û nivîskarê pirtûkên zarokan e. Pirtûka Jujî yek ji van pirtûkan e. Lê bêtir peykersaziya wî bala meriv dikêse ku çawa ji kevnehesinan peykerên balkês û bedew saz dike. Peykerên wî li gelek bajarên cuda cuda hene: Sengal, Hewlêr, Bonn çendek ji van bajaran e. Ji evê hunera wî ya balkês peykerekî bi 3 metreyî bilind li ser daxwaza kommuna Gävleyê çêkir û sala borî di meha payîza pêsîn de ew li bajarê Gävleyê bi merasîmek hat vekirin. RUNAK RESULPUR Ji rojhilatê Kurdistanê ye û ev jî pistî penaberiya li çar welatan anuha li Swêdê dijî. Li Îranê di unîverstêyê de hunera keramîkî û desenên grafîkî xwendiye û ev nêzî 20 salan e ku li ser vê hunera xwe kar dike. Ji bilî vêya îro bêtir giraniya xwe daye ser wênesaziya anîmasiyon û pirtûkên zarokan.
VARUKORG
Din varukorg är tom.
BONUSPOÄNG!

Spara bonuspoäng när du handlar som du kan använda vid senare köp.

Läs mer här!